26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan

Ehemed Şefîq xwe ji bo hilbijartinên serokatîyê namzad dike

Çavkanî: BBC

Komîta hilbijartinên serokatîya Misirê, rê da Ehemed Şefîq serokê hukûmeta misirê yê berê da ku xwe ji bo hilbijartinên serokatîyê namzad bike.

Li gorî siteya "BBC", Şefîq roja sêşemê hate dûrxistin ji hilbijartina serokatîyê piştî birîyara bi dûrxistina Sîyasî ji bo berpirsên rejîma Husnî Mubarek.

Ji alîyekî din ve evê komîta han, her yek ji cihgirê serokê Misirê yê berê Omer Suleyman û namzadên îslamî wek Xeyret El-Şatir û Hazêm Abo Îsmayel ji hilbijartina serokatîyê dûrxistibûn.

Wek dihê xuyakirin, ku encumena gel a Misirî qanûna bi dûrxistina sîyasî pesend kir, belê ji alîyê encumena serbazî ve roja sêşemê hate pesend kirin.