26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Govareka Brîtanî nexşeya Kurdistana Rojava belav kir

Çavkanî: KDP.info

KDP.info/ Govara Economist a Brîtanî bo cara yekem nexşeya Kurdistana Rojava û parçebûna Sûriyê belav kir. Di gotara Economist de tê gotin ku hindik maye Sûriye bibe sê parçe.

 Hefteya borî Liqa Sûriyê ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) destûreke bingehîn û bernameyek bo hilbijartina encûmenan bo birêvebirina navçeya ku wek rojava yan jî Kurdistana Rojava tê naskirin belav kir.

 Li gor govara Economist, êdî Sûriye wek welatekî yek parçe namîne û beşên cuda yên wî welatî dê sîstemeke xwe ava bikin û bibin xwediyê destûr alayên xwe.

 Herwiha di raportê de tê gotin ku Kurd ji sala borî ve îdareya siyasî ya navçeyên Kurdî xistine destê xwe, li ser îdareyên xwe ala xwe danîne û hemû grubên radîkal ên olî ji navçeyên Kurdî dûrxistine. Basnews

Nûçeyên têkildar