Hikûmeta Kurdistanê cejna Çileya Havînê li Êzîdiyên pîrozkir

Hewlêr-KDP.info/ Hikûmeta herêma Kurdistanê, bi minasibeta hatina cejina Çileya Havînê, peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî Êzidiyên Kurdistan û cîhanê kir.
Civata wezîrên Kurdistanê di peyma xwe ya pîrozbahiyê de dibêje:
- Bi minasibeta hetina cejina Çileya Havînê ya xûşik û birayên Êzidî, gerimtirîn û ciwantirîn pîrozbahiyan pêşkeşî hemû xûşik û birayên êzidî li Kurdistan û cîhanê dikin. Em hêvîdar in ku, Êzidiyên Kurdistan û cîhanê vê cejinê û hemû cejinên xwe bi xêr, xweşî û şadî di nav aramiyê de derbaz bikin. Hemû rojln wan her cejin û şadî bin




