Tirkiye dixwaze bi rêya herêma Kurdistanê peywendiyên baş li gel hemû kurdan çê bike

Rojnama Evro/ Ragehandina Tirkiye seredana Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bo Tirkiye di vê qonaxê da gelek bi giring behs dikin û dibêjin Tirkiye dixwaze bi rêya herêma Kurdistanê pirsa kurdî li Tirkiye çare bike û peywendiyên baş li gel rojavayê Kurdistanê dirust bike.
Rojnama milliyet ya Tirkiye diyar kir seredana nêçîrvan Barzanî bo Turkiya û hevdîtin li gel serok wezîr û wezîrê der ve yê Tirkiye bi taybetî jî piştî seredana du rojî ya Salih Muslim serokê PYD giringiya xwe ya taybet heye, çunku Tirkiye piştî seredana muslim guhorînek di siyaseta xwe ya li hember rojavayê Kurdistanê dirust kirî ye û bêguman rolê herêma Kurdistanê di vê derbarê da gelek giringe û niha jî Tirkiye bizavê dike bi rêya herêma Kurdistanê hem pirosêsa aştiya li Tirkiye baş ber bi pêş bibe û hem peywendiyên baş li gel rojavayê Kurdistanê çê bike.
Rojnama Milliyet herwesa amaje bi vê yekê jî dike ku herêma Kurdistanê serperştiya kongirê netewî yê her çiwar parçên Kurdistanê dike û Turkiya jî piştevaniya gêrana kongirê netewî dike û berpirsên Turkiya hez dikin ku Mesud Barzanî serokê herêma Kurdistanê bibe serokê kongirê netewî yê kurdan.
Li aliyê dî rojnama Radîkal ya Tirkiye jî behsê seredana neçaverê kirî ya nêçîrvan Barzanî bo Tirkiye dike û dibêjît niha devera rojihelata navîn bilez dihête guhorrîn û bi taybetî jî rewşa Kurdistana sûriyê û pirosêsa aştiya li Tirkiye û gêrana kongirê netewî xalên serekî ne ku dê berpirsên Tirkiye li gel serok wezîrên herêma Kurdistanê li ser wan xalan gengeşe bikin.
Rojnama Huriyet û Taraf jî di raportên xwe da giringî dane seredana nêçîrvan Barzanî bo Tirkiye û ragehandin Tirkiye dixwazît mifayê ji ezmûna xwe ya li gel kurdên Îraqê werbigirît û peywendiyên baş li gel kurdên sûriyê jî dirust bike û ji bo vê yekê herêma Kurdistanê rolekê kilîdî digêre.




