Juppê, daxwaz dike êrişa serbazî li ser Sûrîyê bixe bernameya kar

Wezîrê derveyê Firanse, Alan Juppê, daxwaz ji Encumena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyê Yekbûyî dike, ku heger Sûrîya pilana aştîyê û agirbestê qebûl nekir, wê demê pêdivîye êrişên serbazî bi ser rejîma Beşar Elesed bixe bernameya kar û ber guftûgoyê.
Di evê bareyê de li gorî siteya "Reuters" ku Alan Juppê di pêjedanekê de careka din tekez kir ku nabe em derfeteka din bidin rejîma Sûrîya da ku li ser arîşeyan li hember komelgeha navdewletî berdewam bibe.
Herweha Juppê daxwaz kir, ku pêdivîye di maweya du heftan hemû çavdêrîyên Neteweya Yakbûyî (300 çavdêr) ber bi Sûrîyê ve bihên şandin.
Wek dihê xuyakirin ku rejîma Sûrîyê pabendî pilana Aştîyê ya Kofî Anan heta ve demê nebûye û doh li her yek li bajêrê Hema û Edlêb û Deraa û çend taxên paytexta Sûrîya ji alîyê supayê Sûrîyê dihêne topbaran kirin.
