Li Qamişlo teqîn: Îsa Hiso hate teror kirin

Qamişlo-KDP.info/ Îro sêşema 30/7/2013`an danê serê sibehê, endamê komîteya dîplomasî ya Desteya Bilind a Kurd û Endamê Dîwana Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û TEV-DEM’ê (Îsa Hiso) di encama êrîşek bombeyî ku di otomobêla wî de hatiye bicîh kirin de, jiyana xwe ji dest da.
Çavkaniyekî ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji KDP.info re ragihand ku îro li pêşiya mala yek ji berpirsên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Qamişlo teqîn çêbû û di teqînê de berpirsê PYDê yê bi navê Îsa Heso jiyana xwe ji dest da.
Li gor heman çavkanî dema Îsa Heso bi otomobêla xwe ji taxa Kornîş derket û ji bo biçe ser karê xwe, teqîn pêk hat, ku tê gotin di bin otomobîla wî de bombe hatibû bi cih kirin û dema lê siwar bûye, bombe hatiye teqandin.
Hêjayî gotinê ye teqîn demijmêr 05.45 ê sibehê rûda.




