26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Teqînên Iraqê: Bi dehan şehîd û birîndar di rojeke xwînavî de

Çavkanî: KDP.info

Iraq-KDP.info/ Duhî yekşembe zincîreyek teqîn û kirdarên terorîstî li Bexdad û bajarên naverast û başûrê Iraqê qewimîn ku bi egrê ewan teqînan bi dehan kuştî û bi sedan birîndar çê bûn.
Li gor ajansên nûçeyan û li gor zanyarîyên ji wezareta navxweya hikûmeta navendîya Iraqê ve, duhî 14 teqîn li nawçeyên Sedr, Polîsê Çarem, Taxa Camî´e, Hebîbîye, Ûr, Neîrîye, Hurîye, Hey Risale, Topçî, Ebû Çîr û qezaya Mehmûdîye çê bûn ku di encama ewan teqînan de 37 kes hatine kuştin û 115 kes jî birîndar bûne.

Herwisa her duhî li parêzgeha Besra jî otomobîleke bombrêjirî li nêzîkî bazaar nawçeya Xemse teqîya ye û 10 kuştî û birîndar lê çê bûye. Herwisa li parêzgeha Wasit jî bi egerê teqîna du otomobîlên bombrêjkirî li ser rêya Bexdad-Kût, 5 kes hatine kuştin û 38 kesên din jî birîndar bûne. PNA

Nûçeyên têkildar