26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Demîrtaş: Di kongirê netewî de kurd dê biriyarê li ser çarenivîsa xwe bidin

Çavkanî: KDP.info

Rojnama Evro/ Hevserokê parta Aştî û Dîmokirasiyê û yek ji pişkdarbûyên kombûna amadekarî bo kongirê netewî diyar kir ew kombûn pênigaveka giring û dîrokî bû û bo cara yekê hemû hêzên kurdî biriyar dan pêk ve li ser stiratîjiyeka netewî kar bikin û em hêvîdarîn di demekê nêzîk da kongire bihête gêran.

Selahedîn Demîrtaş hevserokê parta aştî û dîmokirasiyê BDP bo rojnama Evro diyar kir kombûna ku li herêma Kurdistanê bi serperştiya serokê herêmê berêz Mesûd Barzanî hate gêran gelek giring bû, çunku em dizanîn gelek caran arîşeyên navxweyî nehêlayne kurd gelek karên mezin encam biden û bo cara yekê hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê biriyar dane ku li ser stiratîjiyeka hevpişk pêk ve kar bikin û got: (bêguman yeketiya navimala kurdî mezintirîn destkevtî ye bo hemû hêzên kurd û xelkê Kurdistanê û em xebatên ku niha bo vê meremê dihêne kirin gelek giring dibînîn, çunku demê kurd yeketiya xwe dirust bikin dê bi rêya aştiyê bişên bigehine hemû mafên xwe û dewletên desthelatdar li ser Kurdistanê jî dê neçar bin rastiya gelê kurd qebûl bikin).

Hevserokê BDP ew yek jî diyar kir divêt niha hemû hêz û alî hizirê di berjewendiyên netewî da bikin, çunku guhorrînên bilez li devera me da dirust dibin û divêt kurd jî bo vê yekê berhev bin û bêguman demê kurd di nava xwe da yekgirtî û xudan yek helwîst bin dê bişên gelek baş mifayê ji wan guhorrînan werbigirin û got: (kongirê netewî dê aliyeta xebata gelê kurd li her çiwar parçên Kurdistanê diyar bike û di kombûna yekê da jî diyar bû ku hemû hêzên kurdî dixwazin bi rêya aştî û pêk vejiyanê pirsa kurdî li her çiwar parçên Kurdistanê bihête çarekirin, wate mirov dişêt bêje di kongirê netewî da ewa dê demekê dî hête gêran wê demê dê kurd bixwe biriyarê li ser çarenivîsê xwe biden û bêguman eve jî mafekê rewa yê gelê kurde û bi hêzbûna gelê kurd dê bibe fakterê aramiya devera rojihelata navîn, çunku çu demê kurdan metirsî bo deverê dirust nekirîne û herdem alîgirê aştî û pêk vejiyanê bûne).

Nûçeyên têkildar