26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nûnerê UN li Iraqê: Neteweyên Yekbûyî li hember berdewambûna alozîyên Iraqê dilgirane

Çavkanî: KDP.info

Duhî roja duşemê Nûnerê taybet ê neteweyên yekbûyî (NY) li Iraqê, Martîn Kopler, diyar kir, NY li hember berdewamiya aloziyên Iraqê nîngeran e.
Martîn Kopler, duhî li Bexdadê digel serokê encumena bilind a îslamî ya Iraqê, Emar Hekîm kombûnek saz kir. Di kombûnê de Kopler, nîgeraniya NY li hember alozî û arîşeyên niha yên Iraqê anî ziman û diyar kir, NY destê xwe naxe nav karê welatan.
Kopler, got, divê hukûmeta Iraqê bi awayekî herî baş xizmeta hevwelatiyan bike û arîşeyên ku nahêle welat pêş bikeve û welatî bextewer bibin, çareser bike.
Nûnerê NY li Iraqê, ragihand, divê aliyên siyasî yên Iraqê bi rêya diyalogan pêkola çareseriya arîşe û nakokiyên xwe bidin û weha got, rewşa niha ya Iraqê ne li gorî berjewendiyên Iraq û gelê Iraqê de ye
 

Nûçeyên têkildar