Wezîrê berê ê Tirkîyê Yaşar Yakiş: "Dewletbûn mafê Kurdane, divê em bipejirînîn"

Tirkîye -KDP.info/ Yekem wezîrê Derve ê Tirkîyê ya dema Prtiya Dad û pêşveçûn Ak parti û yek ji damezrînerêAk parti Yaşar Yakiş got: "Dewletbûn mafê Kurdane, divê em bipejirînîn"
Yekem wezîrê Derve ê Tirkîyê ya dema Prtiya Dad û pêşveçûn Ak parti û yek ji damezrînerêAk parti Yaşar Yakiş, di hevpeyvîneke taybet ya digel rojnameya Taraf yê Tirkî de dibêje, "dewletbûn mafê Kurdane, divê em bipejirînîn û ji bo wê yekê yekem gava giring li êraqê hatiye avêtin û dive peywendiyên me li gel Kurdên Suriye jî pir baş be.
Yaşar Yakiş di hevpeyvîna xwe ya taybet ya digel rojnameya Taraf ya Tirkî de pêvajoya deverê nirxand û anî ziman ku, ''Eger pêvajoya Kurd serkeftî bibe, ew serkeftin li Suriyê jî dê encamên baş li gel xwe bîne''.
Yakiş, li hember pirsên hatîne lêpirsîn dibêje: ''Kurd di cîhanê de neteweyê herî mezinê bê dewlet têne binavkirin, tê gotin ku hejmara wan digihe 40 milyonan û li ser 4 dewletan belavbûne. Min berê jî dizanibû ku, Kurd her dê ji bo Kurdistaneke serbixwe rêya xwe bidomînin. yekem gava giring li êraqê hatiye avêtin û ji ber rewşa aloz li Iraqê devereke xweserî pêkhatye. Pişt re xwedê alîkariya wan kir û li Suriyê rewşeke bi vî awayî pêkhat. Bexta Kurdên Suriyê ewe ku ev aloziya li wê derê pêkhat û ya dûyem jî Tirkiyê li gel Serokê Sûrîyê Beşar Esed peywendiyên xwe qetand. Ger wisa nebûya rewşa Suriye dê pir zehmet gehiştibaya vê gonaxê''.
Yaşar Yakiş di berdewama axaftına xwe de dibêje: " Di sala 2000 an de min ji bo Ebdulla Gul pêşniyarkir ku ligel Herêma Kurdan pêwendiyeke dostane pêkbînîn, lê îro Emerîka li dijî wan pêwendiyên me yên baş radiweste. Niha ez ji bo Suriyê jî heman tiştî dibêjim, Li Suriyê çi rû dide bila bide, divê gelê Suriyeyî wê biryarê bidin. Pêdvîye em bi Kurdên Surîyê jî pêwendiyeke baş pêkbînin.
Yakiş, li ser pirsa avabuna dewleteke Kurd ya serbixwe dibêje: ''Helbet xewna neteweyeke wiha mezin ya serxwebûnê heye. Ev xewn jî rewaye û divê em vê yekê bipejirînîn. Lê çawa dê pêk bê, bi tenê xwedê dizane û li gor mercan diyar dike. Ji xwe li Iraqê devereke xweserî heye. Li Suriyê jî ne raste ku paşve gav bavêjin. Ger hûn bipirsin ku, gelo Kurdistana serbixwe dê kîjan dem avabe, ev pêvajo dê bi hêdî hêdî bidome.
Yaşar Yakiş dirêjiya axaftina xwe weha dibêje: ''Dema ez li parlementoyê Serokê Lîjneya Yekîtiya Ewrupa bûm, ji Iraqê şandek hatibû û digotin li Iraqê gotinek heye dibêjin, ''Şîe bi zincîran li xwe dixin, Kurd xeyalan de dijîn û Sunne jî birêvediben". Belê raste ku gelê Kurd xewin û xeyalan dijîn, lê ew li pişt xeyalên ku pêkneyên naçin.




