Lîsta Iraqîye: em di maweya kêmtir ji du heftîyan banga Malikî bo parlîyamentê dikin

Lîsta Iraqîye bersiva Malikî daye û tekez kirîye, ku di maweya kêmtir ji du heftîyan de wî banga parlîyamentê dikin.
Di evê derbarê de endamê lîsta Iraqîye Nebîl Herbu ragihand, ku dema bangkirina Malikî serokê hukûmeta Iraqê nikare ti dosyayan veke û pêzanînan eşkere bike.
Weha jî got, sîstema navxweyîya parlîyamentê di dema bangkirinê, wî pabend dike ku tenê bersiva pirsên dîyarkirî bide û jê wê zêdetir ne axife.
Endamê lîsta Iraqîye amaje bi evê çendê jî kir,heger dosyayên pêzanînên girîng di çarçoveya bersivan de hat eşkere kirin, wê demê çend alî tên şermezarkirin û ew jî mafê serokê hukûmetê bi xwe ye.




