Bêjedarê Hevpeymanîya Kurdistanî: pêkolên vekşandina bawerîyê ji Nuceyîfî şikestinê dixwe

Bêjedarê hevpeymanîya Kurdistanî Muyed Tayîb ragihand, ku pêkolên vekşandina bawerîyê ji serokê parlîyamenta Iraqê, ne pirs û bersive û digel pêşkeşkirina evê daxwazîyê yekser dikeve ber dengdanê.
Di derbarê egera serkeftina evê daxwazîyê Muyed Tayîb got, Dewleta Qanûnê nikare 164 dengên nerazayîyê li dijî Usama Nuceyfî vekom bike, ji ber evê çendê jî ev pêkola han şikestinê dixwe.
Hêjayî gotinê ye, çend endamekî Îtîlafa qanûnê mijûlî amadekarîyên vekşandina bawerîyê ji Usama Nuceyîfî ne.




