Ji ber cejna Remezanê 5 roj bêhnvedana fermî ye

Hewlêr-KDP.info/ Encumena wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand, bi helkefta Cejna Remezanê li hemû sazî û navendên fermî 5 roj bêhnvedan e.
Encumena wezîran a Herêma Kurdistanê, duhî (28.072013) di daxuyaniyekê de ragihand, bi helkefta cejna Remezana îsal dê li hemû sazî û navendên fermî 5 roj bêhnvedan be.
Li gorî daxuyaniyê, bêhvedana cejna Remezanê ji 8ê Tebaxê ve dest pê dike û roja 13ê Tebaxê bidawî dibe.




