26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dabeşkirina parçeyên erdî bi ser malbatên şehîdan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Dilşasd Şehab wezîrê şaredarî û tûrzîmê yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Newzad Hadî waliyê Hewlêrê, parçeyên erdî bi ser malbatê şehîdan yên sînorê wîlayeta Hewlêrê de hatin dabeş kirin.

 Di merasima dabeşkirina perçeyên erdî bi ser malbatên şehîdan de, wezîrê şaredarî û tûrîzmê peyvek pêşkeş kir û  got ku, dê hikûmeta herêma Kurdistanê li ser pirosesa dabeşkirina parçeyên erdî bi ser malbatên şehîda de berdewam be heta ku, hemû kesûkarên şehîda bibin xwdiyê parçeyeke erdî.

 Di vê merasimê de ku, bi amadebûna malbatên şehîdan birêve çû, 2629 malbatên şehîdan perçeyeke erdî a 200 metroyê wergirt.

Nûçeyên têkildar