Endamekî Kurd li parlîyamenta Iraqê: serok Barzanî ne sedema diristbûna qeyrana Iraqê ye

Endamekî hevpeymanîya Kurdistanî li parlîyamenta Iraqê di bersiva Sead Mutleg de serkirdeya Îtîlafa dewleta qanûnê yê ku ragihandibû, ku serokê herêma Kurdistanê ev qeyrana niha ya Iraqê encamdaye, ragihand, ku serokê herêma Kurdistanê ti carî nebûye sedema diristbûna evê qeyranê, lê belê sedema pêkanîna hukûmeta Iraqê û Malikî bi dîktatoryet wesif kir.
Di evê derbarê Lane Muhemmed amaje bi evê çendê de, ku heger em dîrokê temaşe bikin em dibînin ku gelek qeyran bi ser pêkhatina evê hukûmetê hatîye heta ku hatîye pêkanîn, baş jî tê zanîn ku pêkanîna evê hukûmetê bi destê cenabê serok barzanî bû ku ji Hewlêrê ve dest pê kir û li Baxdadê bi dawî hat, piştre hat dîtin ku ew xalên li ser pêkhatine bi tamamî nehat cih bi cih kirin, ku kêm xemî di evê mijarê de hebû, ti arîşeya kesayetîya cenabê serok Barzanî bi Malikî yan partîyên Şîayan yan dewleta Qanûnê re nîne, lê belê serok Barzanî dît ku çênabe li ser gunehbar bê deng bin, ji ber ku serok Barzanî xwe li hember Kurdistanê berpirs dizane û ew serokê herêma Kurdistanê ye, bi evê wateyê ev qeyrana han ji encama kar û kirdîyên serokê hukûmetê ye.
Weha jî got, eve jî bûye sedema evê çendê, ku gelek alîyên sîyasî û Erebî û Şîayan û Kurd dengê xwe bilind kirin û gotin bese ji bo desthilatdarîya takrawî ji ber ku eve ti carî li Iraqa fedral cih nagire.




