Hevkariya navbera UNESCO û wezareta Perwerdeyê

Hewlêr-KDP.info/ Duhî roja yekşemiyê 28.07.2013ê li bajarê Hewlêrê, şandeyeke rêxistina UNESCO ku, ji çend şareza, pispor û şîretmendên warê perwerdeyê pêkhatibû, serdana wezareta perwerdeya herêma Kurdistanê kir û digel nerprisên wezaretê civiyan.
Di civînê de behsa danan pilana stratejîk û pilaneke hevçerix bo warê perwerdeyê û pêşxistina xandina pîşeyî li herêma Kurdistanê hat kirin.
Di civînê de tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, perwedeya herêma Kurdistanê pêwîstî bi şarezayî û pisporiya rêxistina navborî heye û tekîd li ser bedewamiya dîdar û civînan di navbera her du aliyan de hat kirin.




