26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ellawî, Dirêjkirina Xuleka din a Serokatîyê ji bo Malikî Çespandina Dîktatorîyetê ye

Çavkanî: KDP.info

Serokê lîsteya Iraqîye "Eyad Ellawî" ragihand, ku dirêjkirina xuleka din a serokatîya hukûmetê ji bo Nûrî Malikî, çespandina dîktatorîyetê ye.

Di evê bareyê de li gorî siteya rojnama " Roza El-Yûsif a Misrî" Eyad Ellawî weha da xuyakirin, ku " hinke pêkol dihêne kirin da ku Malikî sêyemîn xula serkotîya hukûmetê werbigire, eve jî dikeve çarçoveya çespandina dîktatorîyetê.

Herweha Ellawî got, Nûrî Malikî serokê wezîran bi berdewamî disûrê Iraqê binpêdike û bi piştivanîya bê sînora Îranê û bê xemxwarîya Waşinton, hemû desthelat di destê xwe de vekom kiriye û hêzên ewledarîyê û supayê ji bo tepeserkirin û dijkirina kesên sîyasîyan bi kar dihêne. 

Nûçeyên têkildar