26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Dozxurmatû teqîn: 10 polîsên Kurd bûn qurbanî

Çavkanî: KDP.info

Dozxurmatû-KDPinfo/ Îro serê sibehê li nav qezaya Dozxurmatû xwekujekî bi otomobîleke bombebarkirî xwe bi mifrezeyeke polîsan de teqand û di encam de 8 polîsên ser bi Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Derbarê bûyerê de birêveberê asayişa Dozxurmatû Tahir Feqê ji KDP.info re ragehand ku: " Îro nêzîkê saet 5’ê serê sibehê xwekujekî bi otomobîleke bombekirî li nêzîkê navçeya pêşangehên firotina otomobîlan xwe bi mifrezeyeke polîsan de teqand û di encam de 12 polîs bûn qurbanî.’’

Tahir Feqê got: " Piştî teqînê hêzên asayişê zû gihiştin cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxanê."

Nûçeyên têkildar