Yekîtiya rojnamevanên her çar parçên Kurdistan dê hête pêkînan

Hewlêr-KDP.info/ Neqîbê sendîka rojnamevanên Kurdistanê Azad Hemed Emîn aşikira kir ku, pirojê Yekîtiya fîdirasiyona rojnamevanên Kurdistanê li ber destên wane.
Hemed Emîn tekez kir ku, dê hemû rojnamevanên her çar parçên Kurdistanê li (Başûr, Bakur, Rojhelat û Rojava) bi xwe ve gire, amaje da wê yekê jî ku, ew proje biriyar dê bo kongirê netewe ya kurdî ku liber li Hewlêrê bihête kirin dê bihête berçavkirin.
Azad Hemed Emîn got: " Bo vê meremê me serdana Qendîl û Turkiya û birokisil û deverên dî yên kurdan li Êranê û herwesa Sûriya daye, bo pêkînana lijnekê taybet ku erkê wê bi hêzkirina peywendiyên di navbera rojnamevanên hemû Kurdistanê be." Dîsa dupatkir, rolê serxistina kongirê netewî ya kurdî bi giringî nirxand.




