Misirê: 123 kuştî û 4550 birîndar

Ajans-KDP.info/ Duhî roja îna 27/7/2013 ê, artêşa Misirê êrişî xwepêşandarên alîgirên serokomarê berê yê Misrê Mihemed Mursî a li meydana Rabîa Edewiyê kirin û bi sedan kuştî û birîndar ketin.
Li gor ajansên Misirê ku di encama destêwerdana hêzên navxwe li dijî xwepêşanderên Rabîa Edewiyê 123 alîgirên Mursî yên ser bi Îxwan Muslimîn hatine kuştin û nêzîkî 4550 kes jî birîndar bûne.
Ji aliyekî din ve jî berpirsekî hêzên ewlekariyê ji ajansa fermî a misrê MENA`re ragihandiye ku polîsan ne bi fîşekan belku bi bombeyên gazê destêwerdana xwepêşandana meydana Rabîa Edewiyê kirine.
Heman berpirsî da zanîn ku di pevçûnên di navbera xwepêşanderên alîgirên Mursî û hêzên polîs de 8 endamên hêzên ewlekariyê jî birîndar bûne.




