Şirketa Total a Frensî petrol li Herîrê dît

Hewlêr-KDP.info/ Şirketa Total a Frensî care yekê ye bi fermî karên xwe yên li Herêma Kurdistanê eşkere kir û ragehand ku gera wan a bi pey petrolê de li kêlgehên petrolê yên Kurdistanê serkeftî bûye.
Li gor raporteke malpera Blumberg a Emerîkî, şirketa Total a Frensî ku yek ji şirketên mezin ên warê petrol û gazê ye, rêveberê cîbicîkar ê şirketa navbirî eşkere kiriye ku niha li kêlgehên petrolê yên Herîr li nêzîkê Hewlêrê û kêlgeha petrolê ya nû li nêzîkê bajarê Kerkûkê bi karê xwe ve mijûl in.
Di vê derbarê de Rêveberê Cîbicîkar ê Şirketa Totalê Christopher D. Merger got: ‘’Ew bîra ku li kêlgeha Herîr hatiye kolan, encameke baş nîşan daye, niha di jêr pişkinînê de ye û encamên bîrên nû jî destkefteke baş pêşan didin. Herwiha bernameyên me yên Kurdistanê ji xeynî wan her du kêlgehan, kolana çar bîrên din jî li xwe digire.’’
Şirketa Total xwediyê ji sedî 25’ê pişka kêlgeha petrolê ya Herîr û Sefîn e û herwiha xwediyê ji sedî 20’ê kêlgeha petrolê ya nû ye. Sala 2011’ê şirketa Totalê ragehand ku girêbest ligel hikûmeta Kurdistanê îmze kiriye, lê belê vê girêbestê hikûmeta İraqê aciz kir û gefa wê yekê lê xwar ku dê şirketa navbirî bixe lîsteya reş, lê belê heta niha tiştek ji wan gefan derneketiye. Basnews




