26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Amedê bi Dehan Sazî Şêx Seîd bi Bîr Dihînin

Çavkanî: PNA

Partîyên kurdan û saziyên sivîl ên li Amedê, dê roja darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de, wan bi bîr bînin û tacegulîne danên ser cihê sêdarkirina wan. Herwiha dê ji bo Şêx Seîd şeveke bîranînê jî bê sazkirin.

 

Li gorî serokê Komeleya Oldaran (DÎAY-DER) Zahid Çîftkuran, Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), KADEP û HAKPAR di bernameyeke hevpar a bîranîna Şêx Seîd de tên ba hev.  Herwiha DÎAY-DER jî tê de, bi dehan sazî dê tevli bîranînê bibin. Bîranîn dê roja înê di demjimar 13:30 de, li Qada Deriyê Çiyê bihê sazkirin.

 

Alîyên beşdarbûyîyên dê tacegulîne danên ser cihê ku Şêx Seîd û 46 hevalên wî hatine darvekirin. Çîftkuran di evê bareyê de ragihand, ku ew dixwazin pêşengên xwe bi hev re bi bîr bînin û ji PNA’yê re wiha got:´´Roja 29’ê hezîranê roja înê, her komele û sazîyên ji Şêx Seîd hez dikin û jê bawer dikin, dê tevli evê bernameyê bibin. Em bi sazîyên din re xebateke hevpar dimeşînin. Em dê li Qada Derîyê Çiyê daxuyanî bidin, êvarê jî em dê li Parka Sumerê şeveke mewlûdê saz bikin.´´

 

Şêx Seîdê kal û hevalên wî di sala 1925’an de, li Pîran a li Bakûrê Kurdistanê dest bi serhildana kurdan kiribûn û li hemberî Komara Tirkiyeyê serî rakiribûn. Serhildana Şêx Seîd li gelek bajarên kurdan belav bibû. Lê dewletê bi bombebaranê û hêzeke mezin a leşkeran serhildan şikand û bi hezaran serhildêrên kurd komkuj kir. Bi sedan kes ewçax hatin darvekirin. Şêx Seîd û 46 hevalên xwe jî di 29’ê hezîrana 1925’an de, li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatibûn darvekirin.

Nûçeyên têkildar