25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê otomobîl bi ser komeleyên kêmendaman de dabeş kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Li bajarê Hewlêrê, li avahiya civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê û bi amadebûna Asos Necîb wezîra kar û karûbarên civakî û Mihemed Qeredaxî nûnerê cîgirê serokê hikûmetê di merasimeke taybet de otomobîlên curê minibus model 2013 bi ser komeleyên kêmendaman yên Duhok, Hewlêr, Silêmanî û Germiyanê de hatin dabeş kirin.

 Di merasima dabeşkirina otomobîlan de bi ser komeleyên kêmendam de, nûnerên rêxistin û komeleyên kêmendaman xebatên hikûmetê yên di warê dabînkirina otomobîlan û parastina mafê û taybetmendiyên kêmendaman de bilind nirxandin.

 Nûnerê cîgirê serokê hikûmetê bi wê minasibetê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê xizmetkirina kêmendaman bi wezîfeya xwe dizane û bi rêya wezareta kar û kerûbarên civakî, ya ku di îmkanên hikûmetê de be ji bona dabînkirina pêdawîstiyên kêmendaman dê bike.

 

Nûçeyên têkildar