Misir û Kurdistan û hevakriya di warê çandiniyê de

Hewlêr-KDP.info/ Wezîrê çandiniyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê Sîrwan Baban, li bajarê Hewlêrê digel Silêman Osman konsulê Misirê yê herêma Kurdistanê civya û behsa hevkariyên Misirê yên di warê çandiniyê de bo herêma Kurdistanê kir.
Wezîrê zîraetê yê hikûmeta Kurdistanê di axaftina xwe de behsa pilana stratejîk a wezaretê û pirojeyên pêşîneyên di warê çandiniyê û avdêriyê de kir. Wezîrê çandiniyê got:
- Pêwîstiya wezareta çandiniyê ya hikûmeta herêma Kurdistanê pêwîstî bi şarezayî û pisporiya di warê zîraetê de heye û ji bona vê yekê wezareta me digel gelek kompaniyên çîhanî hevahengî û hevkariyê dike.
Baban di berdewamiya axaftina xwe de tekîd li ser sermayerazandina di warê zîraetê de û bi tyabetî bibazarkirina berhemê cotkarên Kurdistan û avakirina fabîrîkeyan kir. Wî got jî ku, ji bona pêşxistina sektora çandiniyê wezaretê gelek alîkarî ji sektora taybet û cotkarên Kurdistanê re kiriye, bi tyabetî hikûmeta Kurdistanê, ji bona pirojeyên di warê çandiniyê de, dest bi dana qerzên zîraetê kiriye.
Ji aliyê xwe ve konsulê Misirê amadeyîya welatê xwe bi hevkarîkirina herêma Kurdistanê di warê zîraetê de nîşan da û got ku, kompaniyên misirî di demke nêzîk de dê serdana herêma Kurdistanê bikin di warê zîraetê de învestkariyê bikin.




