Bo bîranîna Zinara Erebî xelkê Amûdê xwepêşandan kir

Bo bîranîna salvegera sîh û heştê ya piroja Zinara Erebî li parêzgeha Hesekê, bi sedan ji xelkê bajêrê Amûdê xwepêşandanek saz kirin û nerazîbûna xwe ji vê pirojê nû kirin.
Di vê xwepêşandanê de daxwaza vegerandina mafên xelkê hate kirin, herwiha nehêştina serkutkirina dîrokî ji ser gelê Kurd, di gel dan pêdana destûrî bi mafê gelê Kurd.
Xwepêşanderan alaya Kurdistanê û ya serxwebûn a Sûriya di gel diruşmên şoreşa Sûriya bi daxwaza roxana rijêm bilind kirin.
Di vê barê de Seed Hesen endamê Yekîtiya Hevrazên Ciwanên Kurd êi Sûriye bo ajansa Mîdyanews got, “Em îro derketin da ku em bi bîra opezisyona Sûriya bihînin ku mefên me yên paşxistî hene, heta ku şoreşa Sûriye serkeftinê dihîne û rijêm dirûxe, ev çende jî wateya dest berdana me ji mafê me nîne di paşerojê de”.
Herwiha got, “Piroja Zinara Erebî yek ji xiraptirîn pirojeyên regezperestî bû bi ser gelê Kurd li Sûriye de hate sepandin, li gorî vê pirojê erdên xelkê ji wan hatin standin û pêşkêş bi xelkên ne naskirî ku ji parêzgehên din hatine, hate kirin”.
Tekez jî kir, “eve erdên Kurdane û bi xortî ji xelkê hate standin lê dê rojek were emê mafê xelkê bo wan vegerînin”.
Tê zanîn piroja Zinara Erebî di sala 1939 a ji aliyê Efserekî emnî bi navê Mihemed Teleb Hilal ve hatiye danîn û di wê demê de serokê dezgeha emina siyasî bû li parêzgeha Hesekê, piroja wî bi navê (Lêkolînek li ser Parêzgeha Cezîre ji aliyên Siyasî, Civakî, Netewî).




