Demirtaş li ser "Konferansa Netewîya Kurdan" bi rojnamegeran re hat ba hev

Enqere-KDP.info/Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasî (BDP)'ê Selaheddîn Demirtaş, li ser "Konferansa Netewîya Kurdan" ku li bendê ne heta mehekê li dar bikeve bi rojnamegeran re hat ba hev.
Li gor jêderên nûçeyan, Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasî (BDP)'ê Selaheddîn Demirtaş, li ser "Konferansa Netewîya Kurdan" ku li bendê ne heta mehekê li dar bikeve bi rojnamegeran re hat ba hev û got: "Konferansa Netewîya Kurdan dê çareseriya pirsgirêka kurd ya li çiwar welatan hêsantir bike''.
Demirtaş di berdewama axaftina xwe de got: ''Kurd li kîjan welat û bi kîjan statuyê dê bijîn, em dê di konferansê de ragihînin. Li gor min, di konferansê de ji bo ku tengasîya li Sûriyê ji holê rabe, dê biryarên girîng bêne girtin."




