Zêbarî: Em Iraqiyan teşwîq nakin ku bo şer biçin Sûriyê

Ajans-KDP.info/ Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî ragehand ku hikûmet bi hîç awayekî Iraqiyan teşwîq nake daku biçin Sûriyê û li wir şer bikin.
Di hevpeyvîonekê de ligel BBC, Hoşyar Zêbarî got: " Em bi hîç awayekî Iraqiyan teşwîq nakin û piştgiriya wan nakin ku diçin Sûriyê û tevî şerê navxweyî yê wî welatî dibin."
Zêbarî wiha axifî: " Em ligel çareseriya siyasî ne û rêz li xwesteka xelkê Sûriyê digirin û em dixwazin di wan nakokiyan de bê alî bin, wate midaxaleya karûbarê navxwe yê wî welatî nakin."




