25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Rusya êrişên girûpên çekdar bo ser Kurdên Rojava şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Wezareta derve a Rusyayê di beyannamekê de ew êrişên li navçeya Serêkaniyê û Til Ebyedê yên li ser sînorê Sûriyê bi Tirkiyê ku Kurd lê dijîn ji aliyê terorîsta şermezar kir.

Di beyannameya wezareta derve a Rusyayê de hatiye ku endamên komên îslamî yên tundrew 500 welatiyên Kurd revandine û hejmarek mezin jî ji sivîlan serjê kirine.

Li gor agahiyên gihêştine destê me komên terorîst hîna 200 kes wek girtî di destê wan de mane û wan wek mertalên mirovî bikartîne.

Wezareta derve diyar kir ku rûdanên li bakûrê rojhilata Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) rû didin dide nîşan dan ku pêwîstiyek mezin heye ku bendê di beyannnameya dawî ya lûtkeya G8`ê bo yekxistina hewldanan bo derkirina komên terorîst ji welêt , hem hikûmet û hem jî hêzên opozisyonê bi cî bine.
 

Nûçeyên têkildar