26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hezaran Kurd xwe ji bo pêşwazîkirina Erdogan amade dikin

Çavkanî: KDP.info

Piştî ku navê Şerafeddîn Elçî danîn li ser balafirgeha bajarê Şirnexê, bi serperiştiya Partiya Aştî û Demokrasi (BDP) ve, dê hezaran kurd pêşwaziya Serokwezîrê Tirkîyê Receb Tayîb Erdogan bikin.

Hate ragehandin ku, Partiya Aştî û Demokrasi (BDP), ji ber ku navê Balafirgeha Şirnexê bû navê Şerafeddîn Elçî, dê bi coşeke mezin pêşwazîyê Erdogan bikin û dilxweşîya kurdan beramber vekirina balefirgeha Şerafeddîn Elçî nîşanî Erdogan didin. Biryare Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan, 26'ê wê mehê roja înîyê ji bo vekirina balafirgehê bajarê Şirnaxê, dê serdana Bakûrê Kurdistanê bike.

Partiya Aştî û Demokrasi (BDP), ji bo pêşwazîkirina Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan, 20 hezar bangewazî da çap kirin û ji bo gel hat belawkirin. Li dor wê yekê de, Serokê Navçeya BDPê ya şaxa Cizîrê Mihemed Ata Bîlen, ji bo çapemeniyê ragehand û da zanîn ku, ev dê bi hemû dezgehên partiya xwe ve pêşwaziya Serokwezîr Erdogan bikin . 

 

Nûçeyên têkildar