Eger kurdî di nava siroda niştimaniya Iraqê de nebe nahête qibûlkirin

Rojnama Evro-KDP.info/ Peyvdarê hevpeymaniya Kurdistanî di perlemanî Iraqê de bo evro diyarikir ku, hemû layenên kurdî li gel hindê dane beytên kurdî di nav siroda niştimaniya Iraqî de hebin û heker di navida nebin siroda niştimaniya Iraqê nahête qibûlkirin wihndek dijatyê li ser dengdana qanûna fire zimanê jî dikin ku duv distûrî madê çar pêdivî ye zimanê kurdî û erebî fermî bin li Iraqê.
Miweyed Teyib peyvdarê hevpeymaniya Kurdistanî xweyakir kurd dengî li ser siroda niştimaniya Îraqê nadin heker beytîn kurdî digelida nebin çunku zimanî kurdî zimanê dwyê li Iraqê li dûv destorî madê çar pêdivî ye zimanê kurdî mil bi milê zimanê erebî ve be li ser hemû tiştekî herdû zimanên serekî bin mixabin hîşta hindek kutlîn siyasyên ereban wesa hizirdken ku kurdî li ser nivîsarên fermî nahête bikarînan em weku hevpeymaniya Kurdistanî hemû bizavan dikin zimanê kurdî li ser pasport û diravî û di nav siroda niştimanî û hemû tiştekî da hebe çunku eve mafê milletê kurd e.
Peyvdarê hevpeymaniya Kurdistanî got jî: Kombûna perlemanê êraqî siroda niştimanî hate paşxştin û dengdan li ser nahête kirin em neşên bîjîn layenên ereban dijatî kir çunku beyteka kurdî di nav daye çunku serkirdên kutlên siyasî di razîne belê endam dengî naden me bizavkirin hemû layanan razî bikin bo dengdanê li ser siroda niştimanî û qanûna fire zimanî li Îraqê.
Navibirî xuyakir jî ya ji hemû ya giringtir pirojê qanûna fire zimanên fermî li Iraqê lijnek hatî ye pêkînan bo yasaya zimanî widaxwazî hate kirin hemû layenên siyasî dengî li ser bin çunku tiştekî qanûnî ye û dê madê çar ji destûrî bicih îne çunku di vî madî da hatî ye dû ziman li Îraqê ferimî ne, mixabin hindek layen digeld nebûn.
Moyed Teyib peyvdarê hevpeymaniya Kurdistanî di perlemanê Iraqê da aşikira kir, hindek ereb wesa hizir dikin bi tinê zimanekê fermî li Iraqî yî hey çunku dibînin welatên erebî bitinê zimanê erebî yê fermî ev dîtina wan geleka şaşe, çunku di Iraqê da zimanê kurdî yê duyê dihêt ku ew wesa hizirdken dê çewa zimanê kurdî li ser diravî û pasporta û hemû tiştekî hebe, em weku layenên kurdî bi tiştekê nurmal dibînin çunku nuke li hindê 22 ziman li ser diravî wî nivîsîne çunku 22 zimanêt fermîne li hindê û gelek welatan çendên ziman li ser tiştên wan dihêne nivîsîn çunku zimanên fermî ne.
Axiftinkerê hevpeymaniya Kurdistanî got jî: Pêdivî ye siroda niştimanî jî wesa bihête berhevkirin amaje hemû pêgihatên Iraqê bide ne bitinê zimanê erebî be wem rêkê nadin siroda niştimanî bê zimanê kurdî bibûre ji perlemanî.




