26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurd gêrana Kongireya Netewî wek binaxe bo avakirina dewleta serbixwe dibînin

Çavkanî: KDP.info

Rojnama Evro/ Roja 22/07/2013 bi destpêşxeriya serokê herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî û bi pişkdariya hemû hêz û aliyên siyasî yên her çar parçên Kurdistanê kombûnek bo amadekariya kongirê netewî hate sazkirin û biriyar hate wergirtin komîta amadekar ji 21 kesan pêk bihêt û di nava heyvekê de kongirê netewî bihête sazkirin, kurdên her çar parçên Kurdistanê keyifxweşiya xwe li hember vê pênigava dîrokî diyar dikin û destxweşiyê li serok Barzanî û hemû Aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin.


Mesûd Nîknam mamostayê zankoya Urimiyê bo rojnama evro diyar kir demê ez zarok heta niha herdem bab û bapîrên me digotin heta kurd nebine yek em nagehine çu encaman û ji ber ku em di nava xwe de herdem parçe bûne heta niha me neşiyaye em dewleta xwe jî ava bikin û kombûna ku li herêma Kurdistanê bi pişkdariya hemû hêz û aliyên siyasî yên her çar parçên Kurdistanê hate sazkirin birastî pênigaveka dîrokî bû û got: " Cara yekê ye ku hêzên kurdî şiyan li dor yek mêz kom bibin û li ser çarenivîsê Kurdistanê û xelkê kurd gengeşê bikin û ji ber vê yekê ez wek kurdekê gelek dilxuşim û ez dibêjim gêrana kongirê netewî dê bibe binaxe bo avakirina dewleta Kurdistanê û xewna me dê di demekê gelek nêzîk da bicih bihêt."


Ehmed Gultekîn çavdêrê siyasî yê bakurê Kurdistanê di vê derbarê da bo rojnama evro diyar kir di çerxê 20 da hem hêzên dagîrikerên Kurdistanê û hem kurd bixwe bûne eger gelek delîveyên dîrokê ji destê kurdan biçin û gelek xelkên cîhanê şiyan dewleta xwe ava bikin û bigehine mafên xwe lê kurd di nava xwe da parçe parçe bûn û di gelek qonaxên hestiyar da dijberiya yektir kirin û ji ber vê yekê jî heta niha me neşiyaye em dewleta xwe ava bikin û got: " Birastî ew kombûna ku li herêma Kurdistanê bi destpêşxeriya serokê herêmê hate gêran li gor min pênigaveka giring û dîrokî bû û ez bixwe wek werçerxanekê di dîroka nû ya Kurdistanê da dibînim û gelek dilxuşim êdî kurd şerê yektir naken û dê bibine xwedan îradeyeka hevgirtî û bêguman heke wesa berdewam be dê di demekê gelek nêzîk da li herêma Kurdistanê dewleta kurdî hête ragehandin û dê karîgeriya xwe li çarekirina pirsa kurdî li parçên dî yên Kurdistanê jî bike."


Navihatî di berdewamiya axivtina xwe da diyar kir divêt roja 22/07/2013 bibe rojeka dîrokî û divêt her sal gelê me vê rojê wek cejn pîroz bikin û bibe roja yeketiya navimala kurdî çunku pênigaveka dîrokî li wê rojê da hate havêtin û got: " Divê em wek kurdên her çar parçên Kurdistanê niha piştevaniya wê pênigava dîrokî bikin û ez daxwaz dikem hemû hêzên kurdî bi rohekî netewî pişkdaryê di komîta avakirina kongirê da bikin û beriya her tiştekê hizra berjewendiyên netewî bikin da çu astengî li hember gêrana kongirê netewî dirust nebe."


Li aliyê dî hijmarek zêde ji kurdên akincyên Ewropa û Emirîka bi rêyên cuda cuda keyifxuşiya xwe li hember vê pênigava dîrokî diyar kirin û ragehandin heke hemû hêzên kurdî bibine yek çu hîzek neşêt dijberiya mafên rewa yên gelê kurd bike û divêt her takekê kurd piştevaniya wê pênigava giring bike ya ku bi destpêşxeriya serokê herêma Kurdistanê hatî ye havêtin.

Nûçeyên têkildar