26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Kerkûkê teqîn: 7 şehîd û 33 birîndar

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info/ Şevê din li du mizgeftên bajarê Kerkûkê teqîn hatin kirin û di encam de 7 kesan canê xwe ji dest da û 33 kes jî birîndar bûn. Li Kerkûkê di nava heftiyekê de 8 teqînan rû da.

 Derbarê bûyerê de çavkaniyekê ji Rêveberiya Polîsên Kerkûkê ji Basnewsê re got: " Di berbanga êvarê de û di encama teqîna bombeyên li mizgeftên Omer Ebdulezîz û mizgefta Yek Ayar de 7 kesan canê xwe ji dest da û 33 kes jî birîndar bûn."

 Heman çavkaniyê destnîşan kir ku, " Herdu teqîn li taxa ereban ya li Kerkûkê çêbûne û mirî û birîndar jî bigiştî Ereb in." Hêjayî gotinê ye ku di nav heftiyekê de 8 teqîn li bajarê Kerkûkê rû didin û bigitşî zêdeî 200 kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar