25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêgehê herêma Kurdistanê hêzeka mezine bo avakirina kongirê netewî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-rojnama Evro/ Nûnerê Parta dîmokirat ya Kurdistana Êranê li hewlêrê diyar dike ku ji ber rewşa niha ya li deverê û pêşveçûna xebata kurdî li her çar parçên Kurdistanê niha baştirîn deme ku kongirê netewî yê kurdî bihête sazkirin û serokatiya herêmê bo piraniya partên rojihelatê Kurdistanê daxwazname hinartî ye da pişkdaryê di avakirina komiyetiya gêrana kongirê netewî bikin.

Mihemed Salih Qadirî nûnerê parta dîmokirat ya Kurdistana Êranê (PDK/Êran) li Hewlêrê bo rojnama evro diyar kir serokatiya herêma Kurdistanê daxwazname bo piraniya partên rojihelatê Kurdistanê hinartî ye da pişkdaryê bo avakirina komîteyekê bo gêrana kongirê netewî bikin û em wek parta PDK/Êran berhevîn bi hemû şiyanên xwe rolekê karîger bo gêrana kongirê netewî yê kurdî bigêrîn û pêşveçûnên niha yên li deverê jî vê yekê ferz dikin û ew yek daxwaza hemû takekî kurde û got: " Bêguman pêgehê siyasî yê herêma Kurdistanê bi taybetî jî di dibilomasiya cîhanî da ew hêze dirust kir ku niha kurd bişên li ser binemayê aştî û pêk vejiyanê daxwaza mafê xwe yê rewa bikin û ji ber vê yekê jî me divêt di kongirê netewî da li ser xebata kurdî li rojhelatê Kurdistanê û çarekirina pirsa kurdî li wî parçeyî da nêrînên xwe diyar bikin."

Navhatî di berdewamiya axivtina xwe da ew yek jî diyar kir li gor rewşa niha her parçekî Kurdistanê hindek taybetmendyên xwe hene û bêguman divêt kongire vê yekê baş bidete berçav û bo rojihelatê Kurdistanê wek parça duyê ya Kurdistanê em wek PDK/Êran Êran berhevîn li gel Aliyên dî yên kurdî gengeşê li ser pêşvebirina xebatê bikin û got: " Bêguman dê welatên Êran bi taybetî yên wek Turkiya û Îran dê bizavê ken kongire di astekê wesa mezin da nehête sazkirin û renge bizavê bikin kongire di asta daxwazên xelkê da nebe lê em bawer dibikin serokatiya herêma Kurdistanê û aliyên dî yên siyasî bi hemû şiyanên xwe bizavê bikin li gor rewşa niha ya deverê û cîhanê kongirê netewî baştirîn bernama bo xebata her çiwar parçên Kurdistanê û li gor taybetmendyên her parçekê amade bike."

Nûçeyên têkildar