26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

1.2 millîyard bermîlên petrolê li Kurdistanê dihê vedîtin

Çavkanî: Reuters

Kompanîya " WesternZagrosResources" ya Kenedî  roja duşemê ragihand ku wê rêjeyeka din ji pêtroldi bîra Kirdamîr-2 de ya li herêma kurdistanê vedîtîye. Eve jî bûye sedema zêdebûna 10% ji pişkên evê kompanîyê.

Di evê bareyê de li gorî ajansa "Reuters", ev kompanîya han pêşbînîya 400% bo 147 bermîlên neftê û 300% bo ew maddeyên ku heta niha nehatine vedîtin dike, ku bi hemû dike 1.2 millîyard bermîl.

Herweha evê kompanîyê ragihand, ku petrol bi awayekî stonî bi dirêjbûna 180m di evê bîrê de heye, bê ku av tevlî evê petrolê bibe.

Wek dihê xuyakirin rêvebirina samana petrolê yek ji ewan arîşeyên ku di navbera hukûmeta herêma kurdistanê û hukûmeta navendîya Iraqê berdewame, belê hukûmeta herêma kurdistanê vê yekê bi mafê xwe dizanê ku destûra Iraqê rê pê dide.

Nûçeyên têkildar