Yeketîya Ewropa, Hizbullah rêxistineke teroristî bi nav kir

Ewropa-KDP.info/ Milê çekdar ya Hizbullah, ji alîyê Yeketîya Ewropa ve wek rêxistineke teroristî xiste lîsta reş.
Di civînekê de roja Duşemê, wezîrên derveyên 28 welatên Ewropî bi yek deng biryar dan ku milê leşkerî yê Hizbullah ya Libnanî bi rêxistineke teroristî bi nav bikin.
Li gor jêderên nûçeyan, Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry destxweşî li biryara Yekîtîya Ewropî kir û daxwaz li welatên din jî kir ku komela Hizbullah wek rêxistineke teroristî bi nav bikin.
Herweha jêderên nûçeyan bibîr xistin ku, Hizbullah, bi encamdana êrîşeke çekdarî li bajarê Burgas yê Bulgaristanê hatîye tometbar kirin ku, Di wê êrîşê de li sala derbasbûyî, pênc geştyarên Îsraîlî hatine kuştin. Lê Hizbullah, dest ji hebûna wan ya di wê êrîşê de red dike.




