26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Turkman û Mesîhî piştevaniya peyama serok Barzanî dikin

Çavkanî: KDP.info

Rojnama Evro/ Turkman û mesîhiyên herêma Kurdistanê piştevaniya xwe bo peyama serok Barzanî nîşadan û radigehînin, ku eger proje qanûna distûrê herêma Kurdistanê bikeve rapirsiyê eve wî demî dê dengî bo den û herdu layenjî digel dirêjikirina demê wîlayeta serokê herêma kirudistanê ne, daku Kurdistan nekeve divalahiyeka qanûnî da, serkirdeyekê Turkman jî dibêje, ez digel vê çendê dame demê wîlayeta serok Barzanî bo çiwar salên dî bihête dirêjikirin nek du salên dî, çunku vê qonaxê pêdivî bi kesekê wek serok Barzanî heye.


Ebdulqadir Bazirgan, sikirtêrê bizava çaksaziya Turkmanan li herêma Kurdistanê bo Evro diyar kir, ku peyama serok Barzanî bo xellkê turikoman ya giring bûye û gotjî "em wekî Turkoman digel vê çendê dayine serok Barzanî bo demê çiwar salên dî bibe serokê herêma Kurdistanê neku bo demê du salan, çunku bi dîtina min ezmûna herêma Kurdistanê ya girêdaye bi serok Barzanî ve, me çu kesên dî wekî Mesûd Barzanî nîne bo vî postî divê qonaxê da, çunku serok Barzanî şiyaye dihemû biyavanda xwe digel rewşê biguncîne û serederyê digel rewşê bike, eger kesekê dî cihê serok Barzanî bigire, eve ramana vê çendê nîne çu kes nîne bo postê serokê herêmê, belko kesek bivî şêwey wek serok Barzanî nîne rêvebibet, lewrra em wek turikomanên herêma Kurdistanê boçûname ewe serok divê qonaxê da lichê xwe bimîne û yê berdewambe liser karê xwe, em piştevaniyê li peyama serok Barzanîj î dibikin, bo van xalên pêşkêş kirîn ".


Li dor piroje qanûna distûrî bazirganî got "pêdivî ye me distûrek hebe, dîsan boçûname liser proje qanûna distûrî jî eve, bila distûr bikeve rapirsiyê û xelk dengî liser bide, herdemê deng bidestive îna eve piştî pesendkirinê, dê wî demî hête rastivekirin, min çu cara nedîtî ye distûr berî bikeve rapirsiyê û pesendkirin bihête rastivekirin, bêguman bikeve rîfirrandomê em wekî Turkmanên li Kurdistanê akincî mafên me bişêweyekê giştî di vî distûrî da di hemû biyavan da hatine parastin, renge sedê sed ewa me divêt dinav distûrî da nehatibe, belê piştî rîfirrandomê dê em daxwaza wan mafan bikin, yên di berjewendiya gelê turikomanda, lewrra demê rîfirrandomê pitiriya gelê turikoman dê dengî bo proje qanûna distûrê herêma Kurdistanê bide ".


Jilayê xwe ve jî Salim Toma, perlemantarê mesîhî li perlemanê Kurdistanê li dor peyama serok Barzanî bo evro got "emjî wekî mesîhiyên Kurdistanê bi hemû pêkhatên xove çi wek kild û aşûr û siriyanî, piştevaniya peyama serok Barzanî dibikin, bi dîtiname serok divê peyama xoda bişêweyekê giştî kontirola ser hemû arîşeyekê bike û behsê wan astengan bike yên nuke li herêmê peydabûyin, min divêt behsê sê xalan bikem dinava peyama serok Barzanî da, carê debarey pirojî qanûna distûrî ez digel vê çendê me herêma Kurdistanê bibe xudan distûr, çunku nuke em nesiyên wekî pêdivî karbibikin û Kurdistanî pêdivî bi distûrekî heye, demê me distûr hebe, bo her arîşeyekê em dikarîn wî demî biçine hember dadgeha distûrî û arîşeyên xwe çareserbbikin, belê heger distûr nebe eve çu dadgehên distûrî jî nabin bo çareserkirina arîşeyan û yeklaykirina wan, xala dwyê ez bi çu şêweyekî digel vê çendê nînim valahiya qanûnî li herêma Kurdistanê peydit bibe û herêm bêy serok û perleman bimîne, dumahiyê bo çênebûna valahiya qanûnî demê wîlayeta serok Barzanî hate dirêjikirin, çunku piştî demê desthelata serokê herêmê bi dûmahî dihêt, dê herêma Kurdistanê keve di valahiyeka qanûnî da û pêdivî ye ew valahî bihête tijîkirin û rêk nehêtedan bê desthelat bimîne ".

Nûçeyên têkildar