26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Iraqîya: pêdivîye kombûna parlîyamentê bo vepirsîna Malikî bi eşkerayî be

Çavkanî: KDP.info

Lîsta El-Iraqîya daxwaz dike, ku pêdivîye kombûna parlîyamentê bo vepirsîna Nûrî Malikî bi eşkere bihê saz dan.
Di evê derbarê de li gorî rojnama Xendan, endamê lîsta Iraqîye Faris Sincarî ragihand, ku ew alîyên li Hewlêrê û Necefê kombûne, tekezî li ser vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî dikin.
Weha jî got, " ev alîyên han jî komîtek pêkanîne bo mebesta eşkerekirina hemû ew dosyayên girêdayî bi karê ne yasayîyên Malikî ve".
Eve jî da nîşandan, ku pêdivîye kombûna parlîyamentê bo vepirsîna Nûrî Malikî bi eşkere bihê saz dan û hemû alîyên Medîya têde pişkdarbin da ku xelik bi karên ne yasayîyên Malikî bizane û hayadar be
 

Nûçeyên têkildar