Kurd li Stenbolê ji bo ku hikûmet gav bavêje xwepêşandanek lidar xistin

STENBOL -KDP.info/ Li bajarê Stenbolê Xwepêşandarên Kurd daxwaz Hikûmeta Tirkîyê kirin ku di ware çareserîya pirsgirêka Kurd de gavên lezgîn bavêje
Hezaran Kurd bi serperiştîya Partîya Aştî û Demokrasî (BDP)'ê li gelek deverên ser bi bajarê Stenbolê xwepêşandanek lidar xistin û daxwaz ji Hikûmeta Tirkîyê kirin ku, di warê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de gavan bavêje.
Xwepêşandanên Stenbolê, li taxên Baxcîlar, Kadikoy û Taksîmê pêk hatin û ji hikumeta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hate xwestin ku, ji bo pêşvebirina pêvajoya çareserîya pirsgirêka Kurd bi lezgînî gavan bavêje.
Li dor wê yekê, Parlamentera Partîya Aştî û Demokrasî (BDP)'ê ya bajarê Stenbolê Sebahat Tuncel dîyar kir ku, ''armanca Kurdan êdî ne ewe ku bi şerê çekdarî armancên xwe bi cih bînin, berûvajî wê yekê jiber ku dixwazin bi rêya sîyaseta demokratîk bigehin armancên xwe, gerîlayênPKK'ê xwe vedikêşînin. Ev jî nîşana wê yekê ye ku, Kurd jibo pêkanîna aştîyê bibîryarin".




