26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Endamekî encûmena parêzgeha Kerkûkê hate kuştin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info/ Li gor ajansên navxweyî, Duhî duçema 22/7/2013, di êrişeke çekdarî de endamekî encûmena parêzgeha Kerkûkê û du pasawanên wî hatine kuştin.

Duhî endamekî encûmena parêzgeha Kerkûkê bi navê (Ebdula Samî Asî) ji aliyê çend çekdarekî nenas ve destdirêjiya gule li wan hatiye kirin û bi xwe û du zêrevanên wî di cî de hatine kuştin.

Ebdula Samî Asî li ser lîsta (koma Erebî) bûye endamekê encûmena parêzgeha Kerkûkê û ew kiryar di navbera gundê Seyade û bazara meywe a Kerkûkê de hatine gulebaran kirin.

Nûçeyên têkildar