25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê hevkariya cotkaran û berhemê xwemalî dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Îmad Ehemd cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, hevrê digel waliyê Hewlêrê ji bona ji nêzîk haydarbûna çewaniya wergirtina genim û berhemê cotkarên Kurdistanê, serdana sayloya Helêrê kir.

 Di civînekê de digel rêvebirên Sayloya Hewlêrê, serokê sayloyê di axaftina xwe de got ku, îsal bi awayekî rêkxistî û di dema xwe de tev berhem û genimê cotkarên Deşta Hewlêrê û deverên din hatiye wergirtin û pirosesa wergirtina genimê cotkaran bi awayekî serkeftî bidawî hat. Wî got jî ku, miqayîse digel salên berê, îsal berhemê cotkaran gelek zêde bû.

 Rêvebirê sayloyê ew yek jî got ku, îsal 210  hezar ton genim û 26 hezar ton co ji cotkarên devera Hewlêrê hatiye wergirtin, parsal tev berhemê genim û co 59 hezar ton bûn.

 Cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê, kar û xebatên karmend û berprisên sayloyê bilind nirxandin û daxwaz ji rêvebir û berpirsên sayloyê kir ku, di demek kurt de pereyê cotkarên dabîn bikin û heqê berhemê cotkaran texîr nekin.

 Li dawiyê endaziyar û karmendên warê teknîkî çewaniya karkirina sayloyê û parastina genim û coyê cotkaran bi awayekî modern ji cîgirê serokwezîrê Kurdistanê re bahis kir.

Nûçeyên têkildar