Amerîka pêşwazî li helwêsta Kurdistanê derbarê deverên dabrayî dike

Herêma Kurdistanê guftûgoyan bi rêya serekîya çareserkirina arîşeya deverên dabrayî dizane, di heman demê de jî Amerîka pêşwazîya evê helwêstê dike.
Emîndarê giştîyê wezareta pêşmerge ya hukûmeta Herêma Kurdistanê lîwa Cebar Yawir ragihand, ku "guftûgo û danûstandin bi rêya serekîya çareserkirina arîşeya deverên dabrayî dizanin".
Ev axaftinên han, Yawir di kombûna hevpişka navera wî û general Kalsen berpirsê nivîsgeha Amerîka li Iraqî kir.
Ji alîyên xwe ve general Kalsen ev helwêsta han ya hukûmeta herêma Kurdistanê bo çareserkirina evê arîşeyê bi dîyalog û guftûgoyan bi bilindî nirxand û li dawîyê got, " Amerîka pêşwazîya evê helwêstê dike."




