Amerîka: em digel evê çendê de ne ku bi rêya destûrê bawerî ji Malikî bihê vekşandin

Rojnama " El-Sîyase" ya Kiweyîtî roja yekşemê 24/06/2012 li ser zarê jêderekî hayadar ragihand, ku Amerîka pêwendî bi serok Barzanî û Eyad Ellawî kirîye û ji wan re ragihandîye ku Amerîka piştivanîya bangkirin û vepirsîn û wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî dike.
Herweha evî jêderî weha jî ragihand, ku tenê daxwaza Amerîka eve bû ku pêdivîye ev pirosesa han hemû bi rêya destûrê be, da ku xwe ji her rûbirûyeka Îranê dûr bixin.
Ji alîyekî din ve hinek jêderên nûçeyan ragihandin, ku îro li devera kesik li bajêrê Baxdadê dê kombûnek navbera nûnerên nivîsgeha cihgirê serokê Amerîka û nûnerên lîsta Yasa bê sazkirin.
Wek xuyaye, ku di evê kombûnê de dê Amerîka sê sînarîyohan bixe ber Hevpeymanîya Niştimanî bo çareserkirina arîşeyên Iraqê.




