26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Osman Baydemir: Emê jî bi Kurdên Rojava re azad bibin

Çavkanî: KDP.info

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Şaredarê bajarê mezin ê Amedê Osman Baydemîr got ku, divê ragehandina xweseriya Kurdan a li Rojava zêde neyê dîtin. Ev mafê wan e.

Baydemîr, daxuyand ku ev destexan, ev civata bi hev re encama keda têkoşîna gelê kurd e û weha pê de çû, “Giya li ser koka xwe şîn dibe; ev kok jî Ehmedê Xanî ye, Mela Mistefa Barzanî ye, Qazî Mihemed e, ustad Bedîuzzeman e, Şêx Seîd e, Seyîd Riza ye û Mazlum Dogan e.” 

 Baydemîr bal kişand ku niha fersendeke sedsalî bi dest ketiye, divê ev fersend ji dest neyê berdan û got, divê bo kurdan pir zêde neyê dîtin ku li Sûriyeyê xweseriya xwe ava dikin. Ev mafê wan e.  

Baydemîr bibîr xist ku teyr nikarin bi baskekê bifirin û da zanîn ku ziman, çand û nasname baskek e û baskê dî jî bawerî ye. Baydemîr weha axivî, "Rica min ji we em tev piştgiriya Rojava bikin. Gava ew azad bûn em ê jî bi wan re azad bibin. Heta aştiyeke mayînde pêk neyê pirsgirêka birçîtî û xizaniyê çareser nabe."

Baydemir weha pêde çû: " Em azad nîn in. Em nabêjin, em ji hev veqetin, wek bira bi hev re bijîn. Divê ji destpêkê heta zanîngehê zarokên vî gelî bi zimanê xwe bikaribin perwerde bibin. Divê nasnameya kurdî bê naskirin."  

Nûçeyên têkildar