26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pirsa çewaniya pêşxistina warê îdarî û darayî li Kurdistanê hat gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Reşîd Tahir cîgirê wezîrê darayî û aboriya herêma Kurdistanê digel şandeyeke Bankaya Navdewletî civiya û pirsa çewaniya pêşxistina warê îdarî û darayî li herêma Kurdistanê gotûbêj kir û Tahir di axaftina xwe de hevahengî û hevkariya di navbera Kurdistan û Bankaya Navdewletî de heye bi pêngaveke giring û pêwîst wesif kir

Manuel Vargas serokê beşa kargêrî û aborîya Bankaya Navdewletî di axafatinekê de got ku ew hatine herêma Kurdistanê daku ji nêzîk haydarî rewşa îdarî û darayîya hikûmeta herêma Kurdistanê bibin  û  li gor wê lihevtêgihiştina di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Bankaya Navdewletî de heye, Bankaya Navdewletî di warê sektora darayî, şefefî û îdarî de bikare zêdetir alîkariya Kurdistanê bike

Nûçeyên têkildar