Têkeliyên herêma Kurdistanê û Fransayê roj bo rojê di hemû waran de pêşdikevin

Peyvdarê desteya tûrîzma herêma Kurdistanê Nadir Rostî di daxuyaniyekê de got ku, şandeyeke herêma Kurdistanê serdana herêma Dordong a Fransayê kir û peymanek di gel berprisên wê herêmê îmza kir. Li gor wê peymanê herêma Dordong a Fransayê dê di warê tûrîzmê de alîkariya Kurdistanê bike.
Rostî di daxuyaniya xwe de dibêje ku, herêma Kurdistanê û herêma Dordong di warê hevkarî û alîkariya sktora tûrîzmê li ser çend xalên giring li hev kir ku, herêma Dordong dê:
- Bi awayekî vekirî û bê beramber harîkariya herêma Kurdistanê ji bona pêşxistina tûrîzmê bike.
- Pêkanîna komîteyek taybetî ji bona hevahengiya di warê karûbatên tûrîstî de.
- Rahînan û perwerdekirina kadiro û karmendên warê tûrîzmê yên herêma Kurdistanê li navxwe û derveyî Kurdistanê.
- Birêvebirina senterê perwerdeya akademîya tûrîstîya herêma Kurdistanê ji aliyê kadiro û mamosteyên akademiya tûrîzmiya Fransayê.
Têkeliyên herêma Kurdistanê û Fransayê roj bo rojê di hemû waran de pêşdikevin û nuha jî têkeliyên di warê tûrîzmê de ketin di warê cîbicîkirinê de




