25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Kerkûkê 5 Pêşmerge şedîd ketin

Çavkanî: KDP.info

Duhî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ku bo parastina sînorên Kerkûkê li sînorê wê parêzgehê bi cih kirabûn, rastî êrişeke terorîstî hatin û di encam de 5 pêşmerge giynaê xwe ji dest dan û şehîd ketin.
 

Di bareya evê bûyerê de emîd Serhed Qadir birêveberê polîsê bajar û nahiyeyên Kerkûkê ji PNA re ragihand, ku " Ev bûyera îro nêzîkî demjimêr 4 êvarê çê bûye û bûye sedema şehîdbûna 5 pêşmergeyan."

Serhed Qadir ragihand, ku ev her 5 pêşmerge ser bi fewca birayetî bûn ku ser bi hêza zêrevaniya Kurdistanê ye û çend çekdarên nenaskirî, ew gulebaran kirine û 4 pêşmerge demildest gîyanê xwe ji dest dane û ewê din jî ji ber dijwarîya birîna xwe, şehîd bûye.

Birêveberê polîsê bajar û nahîyeyên Kerkûkê herwisa got: " Ew fewca li sînorê Zab û Sergeran bi cih bibûn bo parastina wî sînorî ye, lê terorîstan, çavên wan bi asayiş û aramîya Kerkûkê narabe.

Nûçeyên têkildar