Hikûmeta Kurdistanê Hevkariya Awareyên Ser Sînur Dike

Evro bi rêya Birêveberatiya koç û koçberên Devera Soranê, Hikûmeta Kurdistanê dest bi pêşkêş kirina hevkarî bo welatiyên Aware û ew welatiyên ku, jiber topbaran û bordimanan zerer gehêştiye wan kir.
Di vê derbarê de Birêveberê koç û koçberên Soranê Ebas Emîr ragihand ku, ew alîkariya Hikûmeta Kurdistanê bo ev welatiyaye ku, di encama topbaran û bordiman kirina Deverên Sînur yên Kurdistanê de zerer gehêştiye wan.
Nav hatî eşkere kir ku, di vê çarçoweyê de vê 147 malbet li Devera Çoman, 75 malbet li Devera Sîdekan û hijmareke malbetên din li Devera Wertê û Şîrwana Mezin de ji vê hevkariya han para xwe wergirtine




