Muhemed Mursî Bû Serokê Misirê

Hevdem li gel dawî hatina hilbijartinên Serokatiyê li Misirê û ragihandina encamên hilbijartinên han derket ku, tevgera Exawan Elmuslêmîn serkeftin bi dest xistiye û Berbijarê tevgera han Muhemed Mursî weke Serokê Misirê hatiye hilbijartin.
Li gorî daxuyaniya komisyona hilbijartinan ya Misirê Mursî ji sedî %51.7 dengan bi dest xistiye û hevrikê vî Ehmed Şefîq jî ji sedî %48.3 ji dengan bi dest xistiye.




