26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Artêşa Tirkiyeyê Bi Berdewamî Sînurên Kurdistanê Bordiman Dike

Çavkanî: Kurdistan TV

Weke tê zanîn di wan demên dawî de careke din Artêşa Tirkiyeyê dest bi bordiman kirina hin Deverên Sînur yên Kurdistanê kiriye û heta niha di encama wan bordimanên han de kopriyek hatiye hilweşandin û welatiyek jî birîndar bûye.

Di vê çarçoweyê de duhê şev Balefirên Tirkiyeyê du Gundên Şêxan û Sipilayan li Geliya Xwakûrkê ya ser bi Sîdekanê ve bordiman kirin û her heman şev Artêşa Tirkiyeyê Geliya Ariyan jî ya li Devera Sîdekanê bordiman kirin û zerereke madî gehêştiye daristan, bax û jîngeha Deverê.

Hevdem her duhê şev Artêşa Tirkiyeyê her du Gundên Zergelê û bûkrîskan ya li Devera Wertê ya ser bi Rewandêzê ve bordiman kirin û di encama vê bordimana han de jî zerereke gelek mezin gehêştiye Lewerge û Bax û Bistanên Deverê.

Her duhê şev Balefirên Tirkiyeyê dest bi bordiman kirina çendîn Gundên Devera Pişder ya li Qontarên Qendîlê kiriye û di encama vê bordimana han de hevdem li gel zererên madî, yek ji fûzeyên Tirkiyeyê li berdem mala welatiyek bi navê Muhemed Axa ketiye û zerereke madî jî gehandiya mala vî welatiya han.

Hêjayê gotinêye ku, Balefirên Tirkiyeyê duhê şev sê caran Gundên Devera Wertê ya li Rewandêzê bordiman kirine.



 

Nûçeyên têkildar