Amerîka dezgeheka nû ya saloxgerîyê çêdike

Îroj sêşemê Wezareta bergirîya Amerîka ragihand, ku dezgeheka nû ya saloxegerîyê ji bo kontrolkirin û çavdêrîkirina metirsîyên li ser asayîşa Amerîka vedike.
Di evê bareyê de li gorî rojnameya "NewYork Times", wezareta bergirîya Amerîka, li dawîya operasiyonan li Iraqê û Afganîstanê, ajanseka nû bi navê " Dezgeha Saloxgerîya Veşartî" çêdike.
Herweha jêderekê li wezareta bergirîya Amerîka nexwestibû navê xwe eşkere bike got, di van demên nêz de hejmara karmend û fermanberên ewê dezgehê digihêje hezar kes û pêwendîyeka xurt li gel dezgeha navenda saloxgerîya Amerîkayî dibe.
